Xwepîşandanên li Îranê dîsa gur bûn

piraniya revandiyan şêniyên parêzgeha Îlamê ne.
کوردستان TV
100%

8 welatiyên din yên Kurd hatin revandin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî dîsa destpê kirine lê vê carê gelek berfiretir û dijwartirin.

Hengawê diyar kiriye ku, rixmî zext û êrîşên rejîma Îranê, xelk dîsa ketiye qadan û dijî rejîmê raperînê didomînin.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku, di nava du rojên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê rejîm 8 welatiyên din yên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û temena revandiyan di navbera 18 û 30 salane.

Hate zanîn ku, piraniya revandiyan şêniyên parêzgeha Îlamê ne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.