Navê wan xistiye nava lîsteya dorpêçan.
Wezareta xezêne ya Amerîkayê ragihand ku, jiber binpê kirina mafên mirovan biryar daye daku, 5 rayedarên leşkerî yên Îranê dorpêç bike.
Li gor daxuyaniya wezareta xezêne ya Amerîkayê, ev 5 rayedarên leşkerî yên Îranê destê wan di binpê kirina mafên mirovan û bikar anîna tundiyê li hember xwepîşanderan de heye lewre navê wan 5 kesan jî ketiye nava lîsteya dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê.
Herwiha Amerîkayê kompaniyeke din ya Îranî ya ser bi hêzên leşkerî ya Îranê jî xistiye nava lîsteya dorpêçan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin