Raporterê YE yê karûbarên Tirkiyeyê rexne li Tirkiyeyê dike.
Raporterê karûbarên Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewrûpayê Nacho Sanchez-Amor di gotareke xwe de rexne li Tirkiyeyê kir û ragihand ku, modêla AKP yaku, li Tirkiyeyê heye gelek ji modêla YE dûre.
Amor di gotara xwe de derbarê ceza kirina Serokê bajardariya Îstenbûlê Ekrem Îmamoglû rexne dike û dibêje ev biryara han me gelek dilgiran kiriye û em ji nêz ve vê dozê dişopînin.
Amor derbarê Demîrtaş û Kavala de jî diyar kiriye ku, dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê biryara azad kirina wan du kesan daye, lê mixabin hîn jî nehatine azadkirin û Tirkiye naxwaze biryarên DMME cîhbicîh bike ku, ev jî îsbata vê yekê ye ku, modêla AKP ya bo Tirkiyeyê gelek ji modêla YE dûre, li YE modêl giştiye û biryar jî bo tevahiya endamên Yekîtiyê ne, lê li Tirkiyeyê modêleke takekesî heye.
Nav hatî derbarê rewşa dadweriyê li Tirkiyeyê de jî gotiye rewşa niha ya dadweriyê li Tirkiyeyê gelek metirsîdar û karesatbare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin