Îsraîl dixwaze têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê qut bike

îran bi rêya wan balefirxaneyan çek û cebelxane bo Sûriyeyê vediguhêze.
کوردستان TV
100%

Rojnameyek Rûsî zaniyarî li ser plana Îsraîlê belav kiriye.

Rojnameyeke Rûsî ya bi navê Nzawisimaya raportek derbarê plana Îsraîlê li dor qut kirina têkiliyên Îranê li gel Sûriyeyê belav kiriye.

Di raporta rojnameya Nzawisimaya behsa vê yekê hatiye kirin ku, Îsraîl plan dike daku, tevahiya balefirxaneyên Sûrî wêran bike bo ku, rêya yekane ya têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê qut bike.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku, Îsraîl dibêje Îran bi rêya geştên asmanî û balefirxaneyên Sûriyeyê, çek û cebelxane û çekdar bo Sûriyeyê dişîne û beriya niha jî Îsraîl li ser vê mijarê çend belge eşkere kiriye.

Rojname di raporta xwe de gotinên rayedarên Îsraîlî jî veguhastine û diyar kiriye ku, jiber bordiman kirina balefirxaneya Dîmeşqê kariye derbeke dijwar li liv û tevgerên Îranê bo veguhastina çek, cebelxane û çekdaran bo Sûriyeyê bide.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.