Li Îranê 469 kes hatine kuştin

hijmara herî zêde ya kuştiyan li Rojhilatê Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Ev sê mehe li Îranê xwepîşandanên dijî rejîmê didomin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Îranê ku, navenda vê li Swîsê ye, xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin.

Navendê diyar kiriye ku, di çarçoveya xwepîşandanên heyî ku, ev sê mehe berdewamin, bi giştî 469 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Navendê diyar kiriye ku, li Sîstan û belûçistan 130, li Tehranê 50, li Rojhilatê Kurdistanê jî 137 xwepîşander ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî hatine birîndarkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku, dosyeya 39 xwepîşanderan jî bi daxwaza îdam kirinê bo dadgehê hatiye şandin û cezaya îdamkirinê jî bo 11 xwepîşanderan hatiye dayîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.