Daxwaz ji welatiyên xwe dike bilez ji Îranê derkevin.
Hikûmeta Beljîkayê li dor rewşa Îranê daxuyaniyek belav kiriye û nivîsandiye, rewşa Îranê gelek aloze û metirsîdare û vê zêdetir aloz bibe.
Di daxuyaniyê de hikûmeta Beljîkê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îranê û ev Îraniyên ku, xwedan nasnameya Beljîkîne kiriye daku, bilez ji Îranê derkevin û ewin ku, nikarin bilez derkevin lazime di nava mal anjî cîhên karên xwe dernekevin û neçin cîhên qerebalix.
Ji aliyeke din ve ev çend roje li derdorê balyozxaneya Brîtanyayê ya li Tehranê jî liv û tevgerên metirsîdar hene û rixmî tedbîrên ewlekarî lê hewlên cidî bo êrîş kirine ser balyozxaneya Brîtanyayê jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin