Di encama kemîneke DIŞIê de hatine kuştin.
Peyamnêrê me yê li Kerkûkê ragihand ku, kêliyek beriya niha li gundê Sefire ya ser bi bajarokê Riyazê ya li Başûrê Kerkûkê, hijmareke polîsên federalî ketine kemîneke terorîstên DIŞIê.
Peyamnêrê me diyar kir ku, di navbera polîsên federalî û terorîstên DIŞIê de pevçûn jî çê bûye û di encam de 8 polîsên federalî canê xwe ji dest dane û çend terorîst jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin