Li Urdinê bi organîzatoriya Franseyê destpê dike.
Biryare roja sêşemê 20ê Kanûnê konferansa Bexda 2 li Emana paytexta Urdinê destpê bike.
Di konferansa han de ku, 6 welatên herêmê weke Îraq, Tirkiye, Misir, Îmarat, Qeter û Siûdiye beşdarin, Franse jî weke Organîzatorê giştî yê konferansê beşdare.
Di konferansa han de giftûgo derbarê rewşa navxweyî ya Îraqê û êrîş û topbaranên Tirkiye û Îranê bo ser deverên sînorî yên herêma Kurdistanê têkirin.
Konferansa han raste rast ji aliyê Serokkomarê Franseyê ve tê birêvebirin û tê payîn ku, di çarçoveya heman konferansê de jî Macron li gel nunerên welatên beşdar civîn û hevdîtinan pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin