Belemên Îsraîlî gehêştine ser sînorên Îranê

heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.
کوردستان TV
100%

Ev belemên han bi rêya kanala Hormuzê gehêştine sînorên Îranê.

Malpera îsraîlî ya bi navê Îsrael defence belav kir ku, çend belemên şer yên Îsraîlî yên bê pîlot, karîne xwe bigehînên sînorên avî yên Îranê.

Li gor çavkaniya han, ev belemên bêpîlot yên Îsraîlî, di rojên derbasbûyî de ji kalana Hormuzê derbas bûne û xwe gehandina 200km sînorên avî yên Îranê li Kendavê de.

Ev liv û tevgerên belemên Îsraîlî di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya deryayî ya Amerîkayê de bûye ku, li deverê de bi navê cerbandina hişa çêkirî bi navê Digital Horizon, ev çend roje li deverê de didome.

Heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.