Îlham Ehmed: Rûsye rê daye Tirkiyeyê

rayedarên Rûsyeyê ev zaniyariyên han piştrast nekirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje Rûsye razî bûye Tirkiye operasiyona bejayî bike.

Hevseroka îdareya xweser ya Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) Îlham Ehmed ragihand ku, ji çend çavkaniyên dîplomatîkî û îstîxbaratî zaniyarî gehêştine destê wan.

Îlham Ehmed diyar kiriye ku, li gor zaniyariyan, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan kariye Serokê Rûsyeyê razî bike daku, rê bide Tirkiyeyê operasiyoneke bejayî li dijî Rojava ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) lidar bixe.

Ehmed diyar kiriye ku, li gor zaniyariyan, Erdogan çend daxwazên Rûsyeyê derbarê şerê Ukraynayê de qebûl kiriye lewre Rûsye jî razî bûye û çavên xwe li operasiyona bejayî ya Tirkiyeyê bigire.

Nav hatî behsa vê yekê kiriye ku, li ser vê mijarê li gel rayedarên Rûsî hevdîtin kirine lê rayedarên Rûsî ev zaniyariyên han piştrast nekirine.

Weke tê zanîn ev demêke Erdogan gef dike û didbêje operasiyon dikin, lê Amerîka, Rûsye, Sûriye û Îran li dijî vê operasiyonêne û bi taybetî jî Amerîka huşdariyên gelek tund dane Tirkiyeyê.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.