Yek ji wan taybete bi Rojavayê Kurdistanê.
Duhê parlementoya Ewrûpayê civiya û di civînê de behsa du mijarên girîng kir ku, yek ji wan taybete bi Kurdistan bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.
Di civîna duhê ya parlementoya Ewrûpayê de giftûgo li ser mijara ava kirina du welatên Îsraîl û Felestînê di çarçoveya du dewletan de hate kirin û parlementoyê daxwaz kir ku, lazime danûstandinên ava kirina du dewletên Îsraîl û Felestînê dîsa werin destpêkirin.
Di beşeke din ya civîna han de, nîqaş li ser êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hate kirin û hate gotin ku, Tirkiye dest bi cîhbicîh kirina siyaseta komkujî kirina Kurdan kiriye lewre lazime asmana Kurdistanê bo balefirên Tirkiyeyê were qedexekirin û herêmeke dije firîn bo balefirên Tirkiyeyê li deverê de were ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin