Serokwezîr li gel balyoza Amerîkayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya balyoza Amewrîkayê li Îraqê birêz Xatû Alina Romanawsky kir.
Di civînê de me giftûgo derbarêa rewşa giştî ya Îraq û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê kir.
Em her du alî li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi awayeke mayinde û li ser esasê destûrê û rêkeftina aliyan bo ava kirina hikûmet û karnameya wezarî hemfikir bûn.
Me belkêşande ser giftûgo û danûstandinên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û ragihand ku, diyalog û giftûgo berdewame bo gehêştin bi rêkeftineke pir alî û dadmendane li ser tevahiya kêşeyên hilwastî ku, maf û şayisteyên destûrî yên herêma Kurdistanê dabîn bike û di berejwedniya tevahiya welatiyên Îraqê de be.
Reformên wezareta pêşmerge, cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingalê, derfet xweş kirin bo normal kirina rewşa deverê û vegerandina awareyan bo cîhên xwe mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin