Nêçîrvan Barzanî û balyoza Amerîkayê civiyan

behsa prosesa yekxistina hêzên pêşmerge jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Alina Romanovsky kir.

Di civînê de behsa encamên serdana dawî ya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Bexdayê, karnameya hikûmeta nû ya federalî, hewldan bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê û sîstema federalî, diyalog û serdanên berdewam yên navbera Hewlêr û Bexdayê û çê bûna jihev fêmkirina hevbeş hate kirin.

Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser karên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên siyasî yên Îraqê bi giştî kir û hemfikir bûn li ser girîngiya piştîvanî kirina Serokwezîrê nû û kabîneya nû ya hikûmeta federalî û rewşa heyî jî weke derfetek bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê û cîhbicîh kirina karnameya hikûmetê wesif kir.

Herwiha behsa girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo normal kirina rewşa Şingalê û vegerandina aware û koçberan jî hatekirin û Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime bikar anîna samanên Îraqê lazime bi awayek be ku, bibe sedema pêşkêş kirina xizmetgozariyên başitr bo welatiyan û bibe sedema dabîn kirina aramî û parastina serweriya Îraqê.

Girîngiya parastina aramiya sînoran û kar kirina hevbeş ya Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê, pir cure kirina çavkaniyên enerjiyê, handana sermayegozariya derve bo destpê kirina prosesa hêlbirînê li Îraq û herêma Kurdistanê, prosesa yekxistina hêzên pêşmerge û kêşeyên berdem vê prosesê û têkiliyên Îraqê li gel welatên cîran mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.