Beşdarî di xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de kiribû.
Li gor çapemeniya Îranî, xwepîşandanên dijî rejîma Îranê 89 roje berdewamin û di vê çarçoveyê de jî gelek xwepîşander ku, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin, bi cezayê îdam kirinê têne darizandin.
Her di vê çarçoveyê de lîstokvanê Îranî yê bi navê Emîr Nasir Azadanî ku, di meha Îlonê de li bajarê Îsfehanê hatibû girtin, duhê li dadgeha şoreşê ya rejîmê li Îsfehanê hatiye darizandin û cezayê darvekirinê jê re hatiye dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin