Serokê herêmê li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên Brîtanyayê yên li gel herêma Kurdistan û Îraqê, pêşhatên dawî yên siyasî, damezrandina hikûmeta nû ya federalî, kêşe û metirsiyên berdem Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên navbera wan, encamên serdana Serokê herêmê bo Bexdayê û giftûgoyên her du aliyan bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyênbaştir bi welatiyên Îraqê û dabîn kirina derfetên kar û cîhbicîh kirina karnameya hikûmeta nû ya federalî kir.
Nirxandina rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê jî mijareke din ya civînê bû û yekdengî û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî bi girîng hate wesifkirin bi taybetî yekdengiya tîma herêma Kurdistanê li Bexdayê.
Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, herêma Kurdistanê piştîvaniya hikûmeta nû ya Îraqê û Serokwezîr Sûdanî dike û niha derfetek heye bo çareser kirina kêşeyên welat bi piştîvaniya aliyên beşdar di nava hikûmeta federalî de.
Têkiliyên navbera Îraq û welatên cîran, pêşhat û bûyerên dawî, rewşa giştî ya deverê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin