Parlementoya Îranê: Em nikarin kêşeyan çareser bikin

dibêje kêşeya ma ne nivîsandina qanûnane belku, kêşe cîhbicîh kirina qanûnaye.
کوردستان TV
100%

Rojnameyeke rejîmê jî rexne li rejîmê dike.

Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di gotareke xwe de ragihandiye ku, nikarin gelek kêşeyên heyî yên li Îranê çareser bikin.

Li gor anjansa xwendekaran ya Îranê ISNA Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihandiye ku, niha rejîm û desthilata Îranê karîna çareser kirina gelek kêşeyan ji dest daye û kêşeya me ya sereke eve ku, em di dema xwe de kêşeyan çareser nakin.

Qalîbaf ev yek diyar kiriye ku, li Îranê qanûn tên nivîsandin lê nayên cîhbicîhkirin û ev jî bûye çavkaniya gelek kêşeyên ku, niha em nikarin wan çareser bikin.

Ji aliyeke din ve rojnameya Cumhuriya îslamî yaku, weke organê fermî yê rejîmê jî tê nasîn, rexne li rejîma Îranê kiriye ku, nivîsandiye serdem gelek guhertiye, û pêvajoya niha pêvajoyeke ku, nikarin bi şerîetê welat îdare bikin û hikûmet jî bi hikumraniya şerîetê nayê birêvebirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.