Liv û tevgerên kompaniyên Tirkî li Îraqê zêde dibin

vê Tirkiye bo çê kirina cadeyeke navnetewî hevkariya Îraqê bike.
کوردستان TV
100%

Wezîrê veguhastinê yê Îraqê li gel şandeke Tirkî civiyaye.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê wezîrê veguhastinê yê Îraqê Rezaq Sedawî bi fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî li gel şandeke Tirkî bi Serokatiya balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê civiyaye.

Di civînê de her du alî giftûgo li ser çend projeyên hevbeş yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatiye kirin û wezîrê Îraqî ragihandiye ku, Îraq gelek girîngî bi karên xelas kirina projeya bendera Fav û cadeya navnetewî ya Îraqê heta benderên Tirkiyeyê dide lewre daxwaz ji kompaniyên Tirkî dike daku, di cîhbicîh kirina wan projeyan de hevkariya Îraqê bikin.

Li hember de jî şanda Tirkiye ragihandiye ku, Tirkiye amadeye çend komîteyên hevbeş li gel Îraqê bo diyar kirina pêdiviyên sereke yên Îraqê di warê veguhastinê de ava bike û dest bi cîhbicîh kirina projeyên steratejîk di vê warî de bi hevbeşî li gel Îraqê bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.