Civînên Îraqê li gel Tirkiye û Îranê destpê dikin

Tirkiye û Îran her sal avê li ser Îraqê qut dikin.
کوردستان TV
100%

Mijara wan civînan kêşeya avê ye.

Li gor daxuyaniyeke wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê, bo çareser kirina kêşeya avê ya di navbera Îraq, Tirkiye û Îranê de, vê di demeke nêz de şanda Îraqî serdana her du welatên cîran, Tirkiye û Îranê bike.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Îran û Tirkiye bi çê kirina bendavan rêjeya ava ku, ji wan welatan diherike Îraqê gelek kêm kirine lewre Îraq rastî kêşeyên gelek mezin hatiye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Îraq dixwaze vê kêşeya han li gel wan her du welatên cîran çareser bike lewre di demeke nêz de civînên Îraqê li gel rayedarên wan du welatan destpê dikin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.