Japon berdewam dibe li ser projeyên xwe yên li Kurdistanê

ev çand sale ajansa JICA li Kurdistanê kar dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke ajansa hevkariya navnetewî ya Japonî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke ajansa hevkariya navnetewî ya Japonê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke ajansa hevkariya navnetewî ya Japonê (JICA) kir bi Serokatiya Cîgirê Serokê vê ajansê Ando Nucleus.

Ci civînê de şanda JICA bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên li herêma Kurdistanê kir û anî ziman ku, bi hemahengî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê çend proje di warên elektirîk, av, çandiniyê û serrast kirina mester plana Hewlêrê cîhbicîh dikin.

Şanda mêwan herwiha amadebûna kompaniyên Japonî jî bo hêlbirînê li herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî spasiya hikûmeta Japonê û ajansa JICA kir ku, bi rêya cîhbicîh kirina projeyên curbicur hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin di prosesa avedankirin û danîna jîrxana bihêz ya abûriya herêmê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.