Rûsye Tirkiye razî kiriye ku operasiyonê neke.
Nunerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Mihail Bogdanov derbarê operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê) Sûriyeyê ragihand ku, Rûsye li dijî ev operasiyonê ye û hewl dide pêşiya operasiyona Tirkiyeyê bigire.
Mihail Bogdanov eşkere kiriye ku, Rûsye heta niha çend caran li gel Tirkiyeyê giftûgo kiriye û Tirkiye razî kiriye ku, operasiyonê neke û helwesta Tirkiyeyê jî erênî bûye.
Bogdanov herwiha diyar kiriye ku, hewldanên Rûsyeyê yên bo razî kirina Tirkiyeyê didomin jiber ku, ev operasiyona han zirarê dide rewşa heyî ya li Sûriye û Bakûrê Sûriyeyê.
Ji aliyeke din ve rayedarên Amerîkî jî çend caran huşdarî dane Tirkiyeyê ku, nabe operasiyoneke bejayî bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin