Îstîxbaratên Sûriye û Tirkiye li ser vegerandina koçberan civiyane

Tirkiye berdewame li ser hewldan bo guhertina demografiya deverên Kurdistanî.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje hevdîtinên me berdewam dibin.

Wezîrê derve y ê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ragihand ku, hevdîtinên navbera îstîxbarata Sûriye û MÎTa Tirkiyeyê berdewamin.

Mewlûd Çawişoglû herwiha diyar kir ku, ev demêke hevdîtinên navbera îstîxbarata Sûriye û MITa Tirkiyeyê bo vegerandina koçber û penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê destpê kirine û hevdîtinên han vê berdewam bin.

Nav hatî diyar kiriye ku, têkiliyên îstîxbaratî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê berdewam dibin û Tirkiye amadeye di her warî de bi taybetî di warê parastina yekîtiya axa Sûriyeyê de hevkariya rejîma Esed bike.

Ev gotinên wezîrê derve yê Tirkiyeyê di demekê dene ku, Serokkomarê Tirkiyeyê eşkere kiribû ku, amadeye li gel Serokê Sûriyeyê bicive û bo vê yekê jî çi ji destê wî were vê bike. Hevdem Tirkiye berdewame li ser piştîvanî kirina komên cîhadî yên ku, hem dijî Esed û him jî dijî Kurdan şer dikin.

Armanca Tirkiyeyê ji vegerandina penaberên Sûrî, bicîh kirina wan li deverên curbicur yên Rojavayê Kurdistanêye jiber ku, Tirkiye dixwaze weke Efrînê demografiya bajarên din yên Kurdistanî biguhere û Ereb û Tirkman û kesûkarên cîhadiyan li wan deveran bicîh bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.