Jiber êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Pişderê ragihand ku, îro du welatên Kurd ku, şêniyên devera Pişderê bûne, jiber êrîşên hêzên rejîma Îranê li ser sînor, di dema reviyanê de ji çiyayê ber bûne û ketine xwarê û di encama bûyerê de ev her du welatiyên herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Ev her du welatî ku, pîşeya wan şiwantiye, şêniyên gundê Bêpalan ya ser bi nahiyeya Sengeser ya li devera Pişderê ne û birayên hevin.
Termê ev du welatiyên han niha li nexweşxaneya Raniyeyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin