Kurdistan û Yûnan hevkarî û hemahengiya navbera xwe zêdetir dikin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Yûnanê li Îraqê Georgius Alamanus kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina wî weke balyozê welatê xwe li Îraqê pîrozbayî li Georgius Alamanus kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya herêma Kurdistanê jî bo vê diyar kir.
Di berdewamiya civînê de her du aliyan tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan, Yûnan û Îraqê kir bi taybetî di warê perwerde, bazirganî, abûrî û torîzmê de.
Ji aliyê xwe ve balyozê Yûnanê jî ecîbmayîna xwe ya li hember pêşkeftin û aramiya Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku, rola herêma Kurdistanê bo dabîn kirina aramiya Îraq û deverê roleke girîng û berçave.
Di civînê de çend babet û mijarên din yên ku, cîhê girîngiyê ne bo her du aliyan hatin nîqaşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin