YE huşdarî dide Tirkiyeyê

dibêje em siyaseta niha ya Tirkiyeyê li hember Rûsyeyê qebûl nakin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime pêbendî dorpêçên ser Rûsyeyê be.

Berpirsê karûbarên siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell di gotareke xwe de derbarê şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de, rexne li Tirkiyeyê kir û ragihand ku, Tirkiye welateke berbijêre bo endam bûn di nava YE de, lewre lazime Tirkiye pêbendî biryarên YE be bi taybetî biryarên derbarê Rûsyeyê de.

Josep Borrell diyar kiriye ku, Ewrûpa siyaseta niha ya Tirkiyeyê ya li hember Rûsyeyê qebûl nake û lazime Tirkiye siyaseta xwe ya li hember Rûsyeyê biguhere û nabe rê bide Rûsyeyê ku, dorpêçên YE û civaka cîhanî bixe aliyekê.

Borrell herwiha eşkere kiriye ku, pêwîste Tirkiye  pêbendî dorpêçên YE yên li dijî Rûsyeyê be û liv û tevgerên xwe yên bazirganî, abûrî û leşkerî  li gel Rûsyeyê kêm bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.