New Zealand jî ceza dide rayedarên Îranî

ji niha û pêde New Zealand têkiliyên xwe yên bazirganî li gel Îranê qut dike.
کوردستان TV
100%

22 rayedar û berpirsên Îranî di nava lîsteyê dene.

Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern ragihand ku, hikûmeta vê jî biryar daye daku, ceza û dorpêçên dijwar bixe ser rayedar û berpirsên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Îranê.

Li gor daxuyaniya Jacinda Ardern, 22 rayedar, berpirsên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Îranê jiber ku, di wan demên dawî de tundî dijî xwepîşanderan bikar anîne, mafên mirovan binpê kirine û destê wan di kuştina xwepîşanderan de hebûye, ji niha û şûnda bi ti awayî nikarin serdana New Zealandê bikin û herwiha kompanî û welatiyên New Zealandê nikarin li gel wan ti kareke bazirganî bikin.

Ardern herwiha diyar kiriye ku, New Zealand ji aliyekê ve pêbendî tevahiya dorpêçên civaka cîhaniye li dijî Îranê û ji aliyeke din ve jî rê nade welatê vê ti henardeyek bo Îranê bişîne û ji Îranê jî tiştek hawirde nake.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.