Katalin Novak: Kurdistan ne bi tenê ye

Mecaristan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Di dema vekirina debistaneke navnetewî de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê Serokwezîra Mecaristanê Katalin  Novak li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bihevre beşdariya merasima vekirina debistaneke navnetewî bi navê Meltho kirin û pişt re jî Serokwezîra Mecaristanê gotarek pêşkêş kir.

Di gotara xwe de Katalin Novak ragihand ku, têkiliyên bihêz di navbera Kurdistan û Mecaristanê de hene û vê ev têkiliyên han werin berfiretir û bihêztir kirin.

Katalin Novak di gotara xwe de ragihand ku, Kurdistan ne bi tenê ye û Mecaristan berdewam dibe li ser hevkarî û piştîvanî kirina Kurdistanê.

Novak diyar kir ku, gelek kêfxweşe li Kurdistanê ye û alayên Kurdistanê û Mecaristanê weke hevin di nava alaya Mecaristanê de roj tuneye.

Weke tê zanîn Serokwezîra Mecaristanê duhê serdana Kurdistanê kiribû û li gel Serokê herêma Kurdistanê civiya bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.