Civata hevkariya Kendavê piştî bi dawî hatina civîna xwe daxuyaniyek weşand.
Civata hevkariya Kendavê yaku, li Siûdiyeyê 43mîn civîna xwe lidar xistibû, di dawiya civînê de daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Di daxuyaniya han de civata hevkariya Kendavê rexneyên gelek dijwar li Îranê dike û dibêje Îran çavkaniya aloziyên li deverê ye.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, Îran ji aliyekêve piştîvaniya hûsiyan dike bo domandina şerê li Yemenê, ji aliyeke din ve, hizbulah û komên din pirçek dike û hana wan dide daku, êrîşan li deverên curbicur pêkbînin û rewşa welatên deverê aloz bike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de qala bernameya etomiya Îranê jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, Îranê oraniyomê zengîn dike û dixwaze bombeya etomê ku, metirsiyeke gelek mezine bo ser aştiya cîhanê çê bike, herwiha Îran hem bi awayeke raste rast û hem bi awayeke bi wekalet destwerdaniyên xwe di nava karûbarên welatên deverê de didomîne û bi vê rengî dixwaze rewşa welatên deverê aloz bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin