Heta niha 122 welatiyên Kurd hatine şehîd kirin

tenê li Sineyê 20 xwepîşander hatine şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî di roja xwe ya 84an de berdewame.

Li gel dom kirina xwepîşandanên dijî rejîmê, hêzên rejîmê jî berdewamin li ser êrîş kirine ser xelk û kuştina xwepîşanderan.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihandiye ku, di nava 84 rojên derbasbûyî de herî kêm 122 welatiyên Kurd li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê bi destê çekdarên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.

Hengawê ev yek diyar kiriye ku, di nava heman demê de zêdetir ji 8 hezar welatiyên din yên Kurd jî hatine birîndarkirin û gelek welatiyên din jî hatine girtin.

Hijmara herî zêde ya xwepîşanderan li Sineyê hatine şehîdkirin ku, 20 kese.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.