Tirimbîlên artêşa Tirkiyeyê du welatî qetil kirine.
Li gor jêderên nûçeyan duhê di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li navçeya Altarib ya li Bakûrê Rojavayê Helebê, panzereke artêşa Tirk, jin û zarokek şêlaye û di encam de ev her du welatî canê xwe ji dest dane.
Piştî vê bûyerê xelkê Heleb û navçeyê li dijî Erdogan, Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê xwepîşandan kirine û artêşa Tirkiyeyê ji vê herêmê derxistine.
Xelkê Altarib herwiha eşkere kiriye ku, artêşa Tirkiyeyê û Tirkiye dijminê meye û di dema derbasbûna karwanên leşkerî yên Tirkiyeyê de gelek zilim li şêniyên deverê têne kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin