Li gelek zanîngehên vê welatî jî duhê bişev xwepîşandan hate kirin.
Ev zêdetir ji 70 roje ku, li Îranê li dijî rejîma vê welatî xwepîşandan û raperîna seraserî heye.
Di vê çarçoveyê de li gel dom kirina xwepîşandanên giştî, li zanîngehên Îranê jî xwepîşandan hene.
Duhê bişev li gelek zanîngehên Îran bi taybetî li zanîngehên li Tehranê xwepîşandanên berfire li dijî rejîma vê welatî hatin organîzekirin.
Xwendekarên zanîngehan, rixmî diyar kirina piştîvaniya xwe bo Xwendekarin binçavkirî, hevdem daxwaza azadiya wan û hilweşandina rejîma Îranê kirin.
Weke tê zanîn ji roja 13ê Îlonê ve heta niha li Îranê xwepîşandanên seraserî li dijî rejîma vê welatî têne kirin û heta niha bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne û gelek welatî jî ji aliyê rejîmê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin