Serokê herêmê diçe Bexdayê

di civînan de giftûgo derbarê çend mijarên taybet bi Îraq û Kurdistanê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê didomîne.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku, dawiya hefteya derbasbûyî serdana Bexdayê kiribû lê jiber teqîna tanka LPG ya li Dihukê dawî bi serdana xwe anî bû, îro yekşem 27ê Mijdarê dîsa diçe Bexdayê.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê li gel rayedarên Îraqê civîn û hevdîtinên xwe bidomîne.

Her di vê serdanê de vê Nêçîrvan Barzanî li gel Serkirde û Serokên aliyên siyasî yên Îraqê bicive, di civînan de vê nîqaş li ser cîhbicîh kirina rêkeftina navbera aliyên siyasî yaku, bûye sedema ava kirina hikûmeta nû, bernameya hikûmetê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda û çend mijarên din were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.