Vê çend tîmên pspor bi hevbeşî ava bikin.
Li gor çapemeniya Îsraîlî wezîrê berevanî yê vê welatî Aviv Kokhavi di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de diyar kiriye ku, li dijî Îranê, Îsraîl û Amerîka lihev kirine.
Aviv Kokhavi ragihandiye ku, bo rûbirû bûna gef û êrîşên Îranê û herwiha bo pêşî girtin ji destwerdaniyên Îranê li deverê de, Amerîka û Îsraîl li ser ava kirina çend tîmên pspor lihev kirine û karê wan tîmên han eve ku di pêşerojê de di wan warên ku, hatine diyarkirin amadekariyên pêwîst bikin û nexşe rêya hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê amade bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin