Mewlevî Ebdulhemîd: Bi çekên giran bersifa Kurdan didin

dibêje gelek neheqî derheqê gelê Kurd hatine kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje gelo ev dadmendî û îslamiyete?

Oldarê navdar yê Belûç û yek ji endamên bernas yê dijî rejîma Îranê Mewlevî Ebdulhemîd Zehî ku, hevdem îmamê eyaleta Sîstan û Belûçistanê ye û çend caran ji aliyê rejîma Îranê ve gefa kuştinê lê hatiye kirin derbarê şehîd kirina welatiyên Kurd de peyamek belav kiriye.

Ebdulhemîd di peyama xwe de nivîsandiye: Kurd welatî û beşeke ezîz yên Îranê ne ku, gelek zilim û neheqî li wan hatiye kirin çi di warê olî, etnîkî û abûrî de be çi jî di warê qanûnî û azadî de be.

Di wan rojan de Kurd jî weke welatiyên din yên Îranê daxwazên xwe yên reva bi xwepîşandanan diyar dikin, lê rejîm bi çekên giran besifa wan dide, gelo ev îslamiyet û dadmendiye?

Nav hatî peyama xwe bi haştekên Bûkan, Ciwanro, Mehabad, Sine û Pîranşarê belav kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.