Naveroka civîna civata wezîran

rêkar û pîwerên nû derbarê LPG de têne stendin.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermi derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Me îro gerînendetiya civîvna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di rojeva yekem ya civînê de, me giftûgo derbarê şidandina rêkar, wenêrîn û lêpirsîn kirinê derbarê pîwer û rêkarên selametî û îzndayîna cîhbicîh kirina pîşeyan bo parastina jiyan û selametiya welatiyan kir ku, mixabin ji ber karesatên teqîna LPG li her du bajarên Silêmanî û Dihukê çendîn welatî bûne qurbanî.

Me bi navê civata wezîran sersaxî da malbet û kesûkarên qurbaniyên wan her du bûyeran û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran xwe û balkêşande ser rola girîng ya dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê di wan her du bûyeran de û bi taybetî mestayîşa qehremanî û canfedatiya xwedê jê razî Raîd Elî Berwarî û polîsên hevkarên wî kir ku, bo bi hawar çûn û parastina welatiyan, canê xwe feda kirin, birêzdarî ve me rola wan mêrxasan bilind nirxand.

Me di civînê de tekez li ser vê yekê kir ku, lazime dezgehên têkildar yên hikûmetê bilez lêkolîn li ser sedemên wan bûyeran bikin û tevahiya rêkarên pêwîst bistînin bo ku, rê neyê dayîn bûyerên bi vê rengî dubare bibin û kêmasî nekin bo bi hawarçûn û rizgar kirina can û selametiya welatiyan di dema her cure karesateke xwezayî û giştî de.

Di berdewamiya civînê de wezîrê navxwe birêz Rêber Ehmed raporteke berfire derbarê encamên lêkolîn û wenêrînên li ser wan her du bûyerên Silêmanî û Dihukê de pêşkêş kir ku, têde çend pêşniyarên pêwîst derbarê çareser kirina kêşeyên taybet bi sîstema LPG û stendina rêkarên cidî û pêwîst bo şedandina şîret û lêpirsînan û rêkarên selametî û îzindayîna pîşeyî, dabîn kirina pêdiviyên dezgehên berevaniya medenî û tendirostî, bi taybetî dabîn kirina pêdiviyên birêveberatiya hemahengiya qirîzan di nava parêzgeh û îdareyên ser bixwe de daku, bikaribin bi awayeke çalak di dema her cure karesatekê de roleke çalak bilîzin.

Civata wezîran bi piraniya dengan pêşniyarên wezîrê navxwe pejrand û wezaretên têkildar jî hatin pîwerdarkirin bo cîhbicîh kirina wan.

Her di vê çarçoveyê de civata wezîran li ser pêşniyara wezîrê plandanînê birêz Dara Reşîd, weke çawe di nava bernivîsa wezaretan de behs jê hatibû kirin, civat biryar da daku, komîteya pîwanesazî û kontrola kiwalîtiyê ya ser bi wezareta plandanînê pîwerdar bike, daku, li gel wezaretên têkildar li gor psporî di nava deriyên sînorî de cerbandinên pêwîst li gor standardên cîhanî bike û pêşî ji derbas kirina tankên LPG û amûrên din yên nebaş yên taybet bi vê sîstemê bike. Herwiha biryar hate dayîn daku, desteya han were çalaktir kirin û tevahiya pêdiviyên vê jî werin dabînkirin daku, bikaribê erkên xwe bi başî cîhbicîh bike û çavdêriyeke tund bixe ser kompaniyên kontrola kiwalîtî yên kerta taybet li deriyên sînorî de.

Ev di demekê de ye ku, lazime ev komîte li gel aliyên din yên têkildar li ser perwerde kirina karmendên girêdana sîstema LPG, bikar anîna vê sîstemê alîkarî bike û devreyên perwerdehiyê yên taybet bi vê warî bo wan kesan veke ku, dixwazin di vê warî de kar bikin û dîplomeya kar kirinê bide wan û lazime ev kesên ku, di vê warî de kar dikin xwedan dîplomeya bawer pêkirî bin.

Herwiha civata wezîran biryar da daku, pêdiviyên taybet yên cerbandinê bo wezareta çandiniyê jî werin dabînkirin daku, cerbandin bo ev gaza ku, tê bikar anîn bike.

Di rojeva duyem ya civînê de giftûgo derbarê binpê kirina berdewam ya serweriya Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin ku, binpê kirineke eşkereye û li dijî zagon qanûnên navetewî û têkiliyên cîrantiyêye.

Civata wezîran rixmî mehkûm kirina ev êrîş û bordimanên han bi tundî, hevdem daxwaz ji welatên cîran jî dike ku, rêz ji serweriya axa herêma Kurdistan û Îraqê bigirin, lazime hikûmeta federalî, Netewên Yekgirtî û civaka cîhanî jî bi giştî, xwedan helwesteke cidî bin û sînorek bo wan binpê kirin û êrîşên han deynin û rê nedin ji niha û pêde serweriya axa herêma Kurdistan û Îraqê were binpêkirin. Di eynî demê de civata wezîran tekez li ser helwesta neguher ya herêma Kurdistanê kir ku, bi ti awayî rê nedaye û nade bi rêya herêma Kurdistanê re ewlekariya welatên cîran bikeve metirsiyê de û tevahiya wan gotinên ku, di vê derbarê de têne kirin red dikin jiber ku, ti rastî û bingeheke wan ya rast tuneye.

Di rojeva sêyem ya civînê de ku, taybet bû bi pêşniyara wezareta kar û karûbarên civakî bo ser rast kirina bernivîsa dayîngehan (kirçan) li herêma Kurdistanê de,wezîra karûbarên civakî birêz Kiwêstan Mihemed raportek pêşkêş kir.

Civata wezîran jî piştî nirxandinê, pêşniyara han pejrand bo rêk xistina dayîna îzina kar kirinê bi dayîngehan bi awayek ku, ev navendên han lazime pêbendî qanûn, zagon û lazime lêpirsîn jî hebe di dema hebûna her cure kemasî û kêmaniyan de anjî di warê xirabiya xizmetgozariyan de ku, pêşkêşî zarokan têne kirin. Herwiha tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku, lazime îzina kar kirinê ya wan navendan yên ku, rêkaran cîhbicîh nakin neyî nû kirin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.