Amerîka: Em li dijî her cure operasiyoneke leşkerî ne

Amerîka daxwaz dike her kes pêbendî aramî û domandina şerê dijî DIŞIê be.
کوردستان TV
100%

Operasiyon dibe sedema têk birina aramiya deverê.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuynaiyeke nû derbarê operasiyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî HSDê li Rojavayê Kurdistanê de daye.

Di daxuyaniya nû de wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, her cure liv û tevgereke leşkerî dibe sedema têk birina aramiya deverê lewre em li dijî her cure operasiyon û liv û tevgereke leşkerîne li deverê de û lazime aliyên têkildar pêbendî parastina aramî û domandina şerê dijî DIŞIê bin.

Weke tê zanîn beriya du rojan Tirkiye dest bi operasiyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê kiriye û dibêje vê di warê bejahî de jî operasiyon bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.