Piraniya xelkê Îranê daxwaza guhertina rejîmê dike

li gor raportê egera ketina rejîmê bihêz û gelek jî nêze.
کوردستان TV
100%

Navenda Tony Blair Institute for Global Change raportek derbarê Îranê de weşandiye.

Navenda Tony Blair Institute for Global Change ( Tony Blair bo guhertinên cîhanî) encamên rapirsiyeke xwe derbarê Îranê de belav kiriye û nivîsandiye ku, ji sedî 84 xelkê Îranê daxwaza guhertina rejîma vê welatî dikin û ji rejîm û rayedarên rejîmê ne razîne.

Li gor raporta vê navendê, niha gelê Îranê jiber karên qirêj yên rejîmê ji ol û îslamiyetê jî bêzar bûye û sekolarîzim li vê welatî bi awayeke bêhempa pêş dikeve û zêdetir dibe.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, jiber xwepîşandan û raperînên vê dawî yên gelê Îranî li dijî rejîma vê welatî, rejîm rastî zirar û wendahiyên gelek mezin hatiye û eger rewş wisa berdewam be, egera ketina rejîmê gelek zêdeye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.