Îro danê sibê Serokê herêmê serdana Bexdayê kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya.
Li gor daxuyaniyeke Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, di civînê de Sûdanî girîngiya yek helwestiya nîştimanî bilind nirxandiye û yekrêzî û hemahengiya bo rûbirû bûna astengiyên abûrî û xizmet gozariyên taybet bi jiyana welatiyan bi girîng wesif kiriye bo danîn kirina jiyaneke baştir bo tevahiya welatiyên Îraqê.
Mihemed Sûdanî di heman civînê de diyar kiriye ku, hikûmeta federalî pêbendî destûrê ye bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi awayek ku, mafên tevahiya aliyan werin gerentîkirin.
Serokê herêma Kurdistanê jî pîrozbayî li Mihemed Sûdanî kiriye û piştîvaniya xwe jî bo wî diyar kiriye û geşbîniya xwe ya li hember karînên hikûmeta nû ya bo derbas kirina Îraqê ji rewşa heyî diyar kiriye.
Her di heman civînê de giftûgo li ser rewşa emnî ya deverên sînorî yên Îraqê hatiye kirin û tekez li ser parastina serwerî û asayîşa axa Îraqê jî hatiye kirin û her du alî hemfikir bûne li ser pêşî girtina ev binpêkirinê han û kar kirina hevbeş bo pêşî girtin ji vê ku, nabe Îraq bibe navendek bo êrîş kirine ser welatên din.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin