Serokê herêmê daxwaza wenêrîneke cidî dike

di encama teqîna han de 4 welatî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr jî daxwaza qedexe kirina sîstema han dike.

Piştî bûyera şava derbasbûyî ya li Dihukê ku, di encama teqîna tankereke LPGê de, çê bûye û 4 welatî canê xwe ji dest dan û 26 welatî jî birîndar bûn, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya şefaya bilez jî bo birîndaran xwe.

Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku, mixabin di nava hefteyekê de ev cara duyeme ku, bûyereke wisa diqewme û gelek welatiyên Kurdistanê dibin qurbanî, lewre lazime aliyên têkildar wenêrîneke gelek cidî û tund bo sîstema LPG bikin jiber ku, ev sîstema han bûye metirsî li ser can û selametiya welatiyên Kurdistanê.

Her di vê derbarê de Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî fermana qedexe kirina bikar anîna sîstema tankî ya LPG ya li ser banên malan daye.

Weke tê zanîn pêncşema derbasbûyî li Silêmanî jî bûyereke wisa qewmî bû û di encam de 15 welatî canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.