Tanka LPG teqiyaye.
Duhê direngiya şevê li bajarê Dihukê tankeke LPG teqiyaye û di encama teqînê de zirarên canî û madî çê bûne.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di encama teqîn û şewatê de 4 welatê canê xwe ji dest dane û 26 welatiyên din jî birîndar bûne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, birîna hinek ji birîndaran girane û tê payîn ku, hijmara birîndaran hîn zêdetir be.
Tankera LPG li ser bana malekê li nêzî firin û beşeke navxweyî teqiyaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin