Îsraîl: Lazime civaka cîhanî li hember Îranê bêdeng nemîne

dibêje serkeftina xelkê Îranê li hember rejîmê misogere.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê dibêje xelkê Îranê biser dike.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îsraîlê yê ku bi esil Îraniye, Eyal Kholata di gotarekê de piştîvaniya welatê xwe bo xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî diyar kir û anî ziman ku, xelkê Îranê vê li hember rejîma mirovkuj ya meleyan biser bikeve.

Eyal Kholata di berdewamiya gotara xwe de rexne li civaka cîhanî jî kiriye û ragihandiye ku, nabe civaka cîhanî li hember bûyerên li Îranê bêdeng bimîne û lazime li hember rejîma meleyan piştîvaniya xelkê Îranê bike.

Kholata got: Ez weke welatiyekî Îsraîlî û dayika min Îraniye rast rast ji xelkê Îranê re dibêjim Jin, Jiyan Aazdî û serkeftina xelkê Îranê misogere.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.