Xwepîşandanên li Îranê didomin

tenê li bajarê Ciwanro 4 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Heta niha 380 kes ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.

Xwepîşandan û raperînên seraserî yên li Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewamin.

Di vê çarçoveyê de duhê jî li gelek bajar, bajarok û zanîngehên vê welatî xwepîşandanên mezin hebûn û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên bo ser xelkê domandin.

Çakvaniyên hayedar behsa vê yekê dikin ku, di nava 64 rojên derbasbûyî de herî kêm 380 xwepîşander bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.

Herwiha duhê bişev li bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê jî 4 welatiyên Kurd bi destê çekdarên rejîmê hatin şehîdkirin û li Merîwanê jî pevçûneke dijwar di navbera xelk û hêzên rejîmê de qewmiye lê heta niha zaniyarî derbarê kuştî û birîndaran de nehatine bidestxistin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.