Cotiyar Adil: Çepemeniya Îranê direv dike

dibêje çapemeniya Îranê nûçeyên direv belav dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje Kurdistanê nebûye cîhê metirsiyê bo ser ti aliyekê.

Piştî nûçeyên çapemeniya rejîma Îranê ku, têde qala vê yekê dikir ku, qaşo ji herêma Kurdistanê bi qaçax çek derbasî Îranê dibe hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyeke fermî da.

Di vê derbarê de Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotiyar Adil ragihand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi ti awayî rê nedaye bi qaçax tiştek ji herêma Kurdistanê derbasî ti welateke din bibe û vê rê bi kiriyarên wisa jî nede.

Cotiyar Adil diyar kiriye ku, ev nûçeyên çapemeniya Îranê ku, xwe dispêrin gotinên Şêwirmendê berê yê ewlekariya nîştimanî yê Amerîkayê ti bingeheke wan ya rast nîne û dûrin ji rastiyê.

Nav hatî diyar kiriye ku, Kurdistanê ti carî nebûye metirsî bo ser ti aliyekê û ji niha pê de jî nabe metirsî bo ser ti aliyekê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.