Vê li dijî dronên Îranî sîstema berevaniya pêşkeftî bide Ukraynayê.
Hikûmeta Brîtanyayê ragihandiye ku, li ser hevkarî û piştîvanî kirina Ukraynayê li hember Rûsyeyê berdewam dibe û amadekarî dike daku, di nava çend rojên pêşiya me de sîstemeke pêşkeftî ya berevanî radestî Ukraynayê bike.
Di daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê de hatiye diyarkirin ku, ev sîstema pêşkeftî ya berevanî bo parastina xelkê Ukrayna û jêrxanên girîng yên vê welatiye li hember êrîşên Rûsyeyê yên ku, bi dronên Îranî wan pêk tîne.
Weke tê zanîn şerê Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û Rûsye ku, dît nikare bigehêje armancên xwe hêdî hêdî dest bi vekêşînê ji axa Rojhilatê Ukraynayê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin