Termên şehîdan îro hatin veşartin.
Îro bi merasimeke girseyî û biheybet, termên 14 şehîdên teqîna pêncşemê ya LPG ya li Silêmanî hatin veşartin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasîmê de beşdar bû û beriya beşdarî di merasîma veşartinê de bike, Nêçîrvan Barzanî çû nexweşxane û serî li birîndarên teqînê da û ji rewşa wan pirsî.
Her îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi rêya teleftûnê peywendî bi kesûkarên şehîdan ve kir û sersaxî da wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin