Rayedarekî Îranê temenê rejîma Îranê diyarî kir

dibêje rewş li Başûrê Îranê ji kontrola rejîmê derketiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje tenê sê mehên din rejîm dikare li ber xwe bide.

Li gor nûçeyeke beşê Farsî ya Erebiye, Fermandarê leşkerî yê spaha Pasdaran li Başûrê Îranê di hevdîtineke xwe ya li gel hêzên rejîm û rayedarên bajarên Mahşehir, meleyên bajarê Serbender, Ramşîr û çend bajarên din yên li Başûrê Îranê gotarek pêşkêş kiriye û gef li xelk û xwepîşanderan kiriye.

Ev Fermandarê Îranî diyar kiriye ku, eger hêzên ewlekarî û hêzên çekdar li wan bajaran jî bûyerên ku, li bajarê Îzeyê qewmîne dubare neken ( komkujiyê nekin) vê xelkê wan bajaran jî dest bi xwepîşandan û raperîna seraserî ya li dijî rejîmê bikin û di rewşeke wisa de rewş li vê deverê bi temamî ji kontrola rejîmê derdikeve.

Ev Fermandarê Îranî herwiha diyar kiriye ku, eger rewşa heyî ya li Îranê bi vê rengî berdewam bike û rejîm tenê heta sê mehên din bikaribe ber xwe bide lewre lazime bo berdewamiya rejîmê bûyerên weke bûyerên li Îzeyê werin dubarekirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.