Prosesa derketina artêşê ji bajaran destpê kir

di nava du rojan de yekem baskê artêşê ji Bexdayê derdikeve.
کوردستان TV
100%

Vê ewlekariya bajaran radestî wezareta navxwe were kirin.

Li gor çapemeniya Îraqê, îro şemî 19ê Mijdarê bi fermî prosesa derketina artêş û hêzên din yên çekdar ji bajarên Îraqê destpê kiriye.

Li gor biryara hikûmeta Îraqê lazime parastina ewlekariya bajaran di destê wezareta navxwe de be û artêş tenê di dema hebûna metirsiyên leşkerî û ewlekarî de bikeve nava bajaran.

Di vê çarçoveyê de îro bi fermî prosesa vekêşîna artêşê ji nava bajaran destpê kir û dosyeya ewlekarî ya bajaran jî vê radestî wezareta navxwe were kirin û biryare weke yekem pêngav heta du rojên din yekem betaliyona artêşê li Bexdayê vekêşe.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.