Duhê li bajarê Sehneyê hatiye kuştin.
Li gor çapemeniya Îranê duhê înê li bajarê Sehne ya Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, hêzên îtlaat û spahê êrîşî ser xwepîşanderan kirine.
Xwe pîşanderan jî bi berd, kevir û daran êrîşî ser hêzên spah û îtlaatê kirine û di encam de berpirsê îtlaata spah ya li bajarê Sehneyê bi navê Jeneral Nadir Bayramî hatiye kuştin.
Weke tê zanîn roja pêncşemê jî li Bokanê û Mehabadê du Jeneralên din yên spaha pasdaran hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin