Serokwezîr beşdarî di panêleke komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn de kir.
Îro bi beşdariya rayedarê û nunerên 80 welatan, li Dihukê bi organîzatoriya zanîngeha Amerîka/ Kurdistan, komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn di roja xwe ya sêyem de dom kir.
Di roja sêyem ya komcivînê de ku, Serokê herêma Kurdistan û Serokkomarê Îraqê jî têde beşdar bûn Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, armanca vê komcivînê eve ku, kêşeyên heyî û dîtina çareseriya wan bixin ber diyalogê û dixwazin fêde ni nêrîn û ramanên beşdaran li ser wan mijaran werbigirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku, çend kêşeyên hilwastî di navbera Bexda û Hewlêrê de hene ku, lazime di çarçoveya destûrê û bi diyalog û ji hev fêmkirinê werin çareserkirin û got: Em weke hikûmeta Kurdistanê rastî gelek qirîzên mezin hatin lê me karî rixmî wan qirîzan ber bi pêşve gavan bavêjin û destkeftên mezin jî bidest bînin.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, yek ji sedemên sereke yên kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê cîhbicîh nekirina destûrê ye û lazime destûr werek xwe were cîhbicîhkirin.
Barzanî di beşeke din ji axaftina xwe de anî ziman ku, yek ji metirsiyên mezin li ser Kurdistanê fêm nekirina rastiyan û tevlîhev kirina baş û xirabe. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê xwedan daxwazeke mezinin ku, ev jî cîhbicîh kirina guhertinan û xizmet kirina xelkê ye, em dixwazin bersifa daxwazên xelkê bidin.
Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê û anî ziman ku, Kurdistan bo ser ewlekariya ti welat û cîranekî ne metirsî û çavkaniyê gefê ye, beruvajî çavkaniya aramiyê ye û em dixwazin li gel welatên cîran bibin xwedan têkiliyên baş li ser esasê rêzgirtina hevbeş. Lewre em daxwaz ji Îranê jî dikin ku rêz ji serweriya axa Kurdistan û Îraqê bigire û di şûna zêdetir kirina aloziyan hewl bo çareser kirina aloziyan bide jiber ku, ti hincetek bo êrîşên Îranê bo ser herêma Kurdistanê tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin