Li Başûrê Îranê xelk derbeke dijwar li rejîmê da

7 Xwepîşander û 4 endamên hêzên rejîmê jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Navendeke olî ya li Başûrê Îranê hate şewitandin.

Duhê li bajarê Îze ya li Başûrê Îranê weke bajarên din yên Îranê xwepîşandan û raperîn li dijî rejîma vê welatî hate lidarxistin.

Di xwepîşandana duhê bişev de, xelk êrîşî ser navenda olî ya li vê bajarê kiriye ku, weke navendeke leşkerî û ewlekarî ji aliyê rejîmê ve di hat bikar anîn.

Di encama êrîşa han de ev navend  hatiye şewitandin.

Her duhê bişev rixmî kuştina 7 xwepîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve, xelk jî êrîşî ser hêzên rejîmê kiriye û herî kêm 4 rayedar û endamên hêzên rejîmê jî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.