Duhê çend kesan êrîşî ser hêzên rejîmê kirine.
Çapemeniya rejîma Îranê belav kiriye ku, duhê bişev li bajarê Îsfehanê jî xwepîşandaneke gelek mezin li dijî rejîmê hatiye lidarxistin.
Di dema xwepîşandanê de hêzên rejîmê êrîşî ser Xwepîşanderan kirine û pişt re jî du kesên din bi çek êrîşî ser hêzên rejîmê kirine.
Li gor çapemeniya rejîmê di encama êrîşa han de du rayedarên besîc û spaha Pasdaran hatine kuştin û 2 rayedarên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve li Îzeyê jî 4 rayedarên rejîmê hatibûn kuştin û 15 din ji wan jî birînda bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin